Ukraynayê, daxwaza pistgiriya endamtiya xwe ya NATOyê kir

11 April 2023 13:30 0 dîtin
Ukraynayê, daxwaza pistgiriya endamtiya xwe ya NATOyê kir

PeyamaKurd- Parlamentoya Ukraynayê, bang li welatên endamên NATOyê kir ku piştgiriya endamtiya Ukraynayê ya NATOyê bikin.

Li ser mijarê, parlamenterê Ukraynayê Aleksey Goncharenko li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama ku Meclîsê ji NATOyê re amade kiribû, parve kir. 

Di peyamê de bang li welatên endamên Meclîsê yên NATOyê hat kirin ku biryarên di lûtkeya 2008an a Bukreşê ya Meclîsa Parlamenteran a NATOyê de di derbarê endamtiya Ukraynayê de hatine girtin, bi cih bînin û peyamê bi vî awayî berdewam kir:

"Em ji welatan daxwaz dikin ku bi hikûmetên xwe re têkiliyê deynin da ku hêsankirina pejirandina belgeyên hevbeş ji bo piştgirîkirina nêzîkatiya Ukraynayê ya ji bo endamtiya hevalbendiyê di civîna biharê ya Meclîsa Parlamenteran a NATO de li Luksemburgê û di Civîna Bilind a Vilnius de ku dê di tîrmehê de were lidarxistin, piştgiriya endamtiya NATOyê bikin."