Ukraynayê kontrolkirina Soledarê red kir: Rojane 500-600 leskerên rûsî têne kustin

13 January 2023 21:31 0 dîtin
Ukraynayê kontrolkirina Soledarê red kir: Rojane 500-600 leskerên rûsî têne kustin

PeyamaKurd – Piştî ku Rûsyayê kontrolkirina bajarê Soledar ê rojhilatê Ukraynayê ragihand, ji aliyê rêveberiya Ukraynayê ve hat ragihandin ku rewşa bajêr zehmet e, lê hîn neketiya kontrola hêzên Rûsyayê.

Wezîrê Berevaniya Ukrayna Oleksi Reznikov got ku her çiqas rewşa li Soledar zehmet e jî lê hîna di bin kontrola wan de ye.

Herwiha Reznikov diyar kir ku li Ukraynayê di şer de rojane 500-600 leşkerên Rûsyayê têne kuştin.

Li aliyê din Serokê Ukrayna Volodomir Zelensky jî ji bo herêma Donetsk a rojhilatê Ukraynayê ku şerekî dijwar rû dide, ragihand ku wê çekên pêwist ji bo hezên herêmê were şandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, şerê Rûsya yê li Ukraynayê ji 24ê meha Sibata 2022yan ve dewam dike û tevî ku gelek bajar di şer de wêran bûne hîn jî Rûsya negihîştiye armancên xwe.