UNICEF & ILO: Li cîhanê, ji 10 zarokan yek xebatkar e

20 May 2022 20:04 0 dîtin
UNICEF & ILO: Li cîhanê, ji 10 zarokan yek xebatkar e

PeyamaKurd-Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) û Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), raporteke hevpar belav kir. Di raportê de hat destnîşankirin ku li cîhanê ji 10 zarokan 1 jê neçar e ku bixebite. Hat eşkerekirin ku sedemên bingehîn ên zêdebûna zarokên xebatkar, hejarî ne.

Di raporta ILO û UNICEFê de hat eşkerekirin ku niha 160 milyon zarokên 5 salî, zarokên xebatkar in û ev dane dibin nîşane ku ji 10 zarokan 1 jê dixebite. Li gorî raportê, ji nîvî zêdetirî van zarokan, di karên bi xeter de dixebitin û dibe ku ev yek jî bibe sedema birîndarbûna wan. Di raportê de hat diyarkirin ku ji bo derbaskirina qeyranan, divê parastinên civakî werin kirin û li hember zewacên bi zarokatî, stratejî werin bipêşxistin.

Li gorî daneyên hatin parvekirin, ji %73,6ê zarokên navbera 0-14 salî ku ev jî dike 1,5 milyar zarok; ji malbatên xwe yan jî ji alîkariyên neqît alîkariyê nagirin. Bi berdewamî hat eşkerekirin ku heger pêşî li vê rewşê neyê girtin, ji ber şewba Covid-19, pevçûn, hejariya ku zêde dibe û veguherîna avhewayê, dê hejmara zarokên ku dixebiti zêdetir bibe.