VIDEO | Li Fransayê tansîyon bilind bû, polîs mudaxele dikin...

08 December 2018 14:50 0 dîtin
VIDEO | Li Fransayê tansîyon bilind bû, polîs mudaxele dikin...

PeyamaKurd - Protestoyên 'Êlek Zeran' ku ji 17ê Mijdarê ve li seranserê Fransayê berdewam dikin, îro Şemiyê gihîştin asta xwe ya herî bilind.

Doh hatibû ragihandin ku dê rojên Şemî û Yekşemê bi beşdariya beşên din ên civakê û karmendan protesto li seranserê Fransayê pêk werin.

Îro 8ê Kanûnê bi deh hezaran êlek zer, li kolana Şanzelîze ya herî navdar a Parîsê dest bi meşê kirin û van kêliyan mudaxeleyeke tund a polîsan li dijî xwepêşanderan destpê kir.

Polîs û hêzên ewlekarîyê bi gazên rondikrêj hewil didin çalakvanan belav bikin, lê her diçe protesto xurtir dibin.

Ji danê sibê ve tansîyona li Fransayê bilind bûye û bi sedan kes hatine binçavkirin. Hejmara kesên hatine binçavkirin herî dawî 481 kes bû.

Hikûmeta Fransayê 2 roj berê daxwaziyên êlek zeran ên wekî betalkirina baca li ser sotemeniyê qebûl kiribû, lê dîsa jî protesto kêm nebûn.