VÎDEO | Terorîstekî DAISê yê di jenosîda Singalê de cî girtibû hat desteserkirin

11 January 2022 15:49 0 dîtin
VÎDEO | Terorîstekî DAISê yê di jenosîda Singalê de cî girtibû hat desteserkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku terorîstekî DAIŞê li parêzgeha Mûsilê hatiye girtin ku di jenosîda Şingalê ya Kurdên Êzidî de cî girtiye û destdirêjî li ser jinên êzîdî kiriye.

Dezgeha asayişa niştimanî ya Iraqê vîdeoyek belav kiriye ku tê de hêzên ewlehiyê li rojavayê parêzgeha Mûsilê li malekî de terorîstekî DAIŞê digirin.

Ew terorîstê di vîdeoyê de li tawanên xwe mikur tê û dibêje, ew beşdarî jenosîda Şingalê bûye û destdirêjî li ser jinên êzîdî kiriye.

Dezgeha asayişa niştimanî ya Iraqê daye xuyakirin, ew terorîstê DAIŞê xelkê Mûsilê ye, sala 2004 tevlî rêxistina El Qaîdê bûye û karê wî jî çêkirin û danîna bomban bûye.

Herwiha ew terorîst paşê çûye nav DAIŞê û beşdarî jenosîda Şingalê bûye û ji bilî kuştina kurdên êzîdî, destdirêjî li ser jinên êzîdî jî kiriye.