Silêmaniye | Terorîstekî DAISê hat desteserkirin

19 September 2022 10:00 0 dîtin
Silêmaniye | Terorîstekî DAISê hat desteserkirin

PeyamaKurd – Terorîstekî DAIŞê ji aliyê hêzên Silêmaniyê ve hat desteserkirin.

Li gor zanyariyan, asayîşa rojavayê Silêmaniyê terorîstekî (HJM) ku kurê wî Ebûd di sala 2015an de di vîdyoyekê de xwe bi hêzên Pêşmerge de diteqîne, desteser kiriye.

Li gor daxuyaniya asayîşê: “Terorîst di 14ê Îlona 2022an de li bajarokê Gopala bi operasyoneke taybet ji aliyê hêzên Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê ve hatiye girtin.”

Terorîst (H, J, M) bi eslê xwe xelkê navçeya Şerqat a parêzgeha Selahedînê ye û di sala 2005an de tevlî rêxistina Qaîde bûye û di sala 2014an de ligel sê kurên xwe tevlî refên çekdarên DAIŞê bûne.

Herwiha piştî şikestina DAIŞê li Iraqê, ew reviya Sûriyê û li sînorê “Dêyrezor”ê niştecih bû û pişt re derbasî Tirkiyê bû, di sala 2020an de vegeriya Iraqê û xwe li Silêmaniyê veşart û heta girtina xwe 7 caran cihê xwe guhertiye.