Terorîstekî DAISê li Îspanya hat desteserkirin

22 April 2020 20:45 0 dîtin
Terorîstekî DAISê li Îspanya hat desteserkirin

PeyamaKurd – Terorîstekî DAIŞê yê Misrî ku li Sûriye û Iraqê di şer û pevçûnan de cî girtiye, ji aliyê polîsê îspanî ve li bajaroka Almeria hat desteserkirin.

Wezareta Navxwe ya Îspanyayê ragihand, ew endamê DAIŞê ku beşdarî şerên li Sûriye û Iraqê bûye di avahiyekê de tevî du kesên din hatiye desteserkirin ku bixwe terorîstekî naskirî ye û wêneyên wî di malperên DAIŞê de belav bûne.

Navê wî kesî nehat eşkerekirin, lê hat gotin ku îstixbarata Ewropayê jî li pey wî terorîstê vîdyoyên wî hatine belavkirin bû.