Kerkûk | Terorîstekî DAISê yê payebilind hat desteserkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nav sînorê nehiyeya Şiwan a parêzgeha Kerkûkê terorîstekî DAIŞê yê payebilind ji aliyê îstixbarata Iraqê ve hatiye girtin.
Cîgirê rêveberê polîsê Kerkûkê Elî Muteşer ji daye xuyakirin ku îro 27ê Kanûnê li sînorê nehiyeya Şiwan a parêzgeha Kerkûkê terorîstekî mezin ê DAIŞê ji aliyê hêzên saziya îstixbarata Iraqê ve hatiye desetserkirin.
Elî Muteşer gotiye, “Ew terorîste li gor madeya 4 a terorê ya yasaya cezayê Iraqê biryara girtina wî hebû û li sînorê Kerkûkê û Nînowa serpereştiya grubên DAIŞê kiriye ku di gelek operasyon û êrîşên terorîstî yên DAIŞê de beşdar bûye.’’
Hat diyarkirin ku piştî komkirina zanyariyan li ser wî terorîstê ku navê wî nehatiye eşkerekirin, di mala xwe de hatiye girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin