Li Hewlêrê terorîstekî DAISê hate girtin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê, di operasyoneke ewlehiyê de terorîstekî DAIŞî hatiye girtin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandina Asayişa Iraqê, di operasyoneke bi hemahengiya hêzên ewlekariyê yên hikûmeta Navendî û yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de endamekî DAIŞê hatiye girtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew terorîstê DAIŞê ku piştî hatiye hînbûn li Hewlêrê bi cih bûye, bi operasyoneke hevbeş hatiye girtin.
Hate ragihandin ku di derbarê terorîstê DAIŞê de dozên yasayî hatine destpêkirin û ew ji rayedarên pêwendîdar hatiye radestkirin.
Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku ew terorîst li gor xala 4an a Qanûna Têkoşîna bi Terorê re dihat lêgerîn.
Weke tê zanîn rêxistina terorî ya DAIŞê, di van demên dawî de, bi taybetî li Iraqê hêrişên xwe zêde kiribû. Rayedarên Herêma Kurdistanê ragihandibûn ku zêdebûna hêrişan diyar dike ku şiyana leşkerî ya Iraqê ya ji bo kontrolkirina bi temamî ya welat hîna jî lawaz e û DAIŞ bi dawî nebûye.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di serdana xwe ya Washingtonê de, di nirxandineke xwe de gotibû, “Êdî DAIŞ ji bo Iraqê nabe gef.” Lê belê ev nirxandin ji aliyê rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve hate redkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin