Vîyan Dexîl ji bo hawarçûna 700 malbatên Êzidî yên li Çiyayê Singalê bangewazî kir

21 January 2022 15:26 0 dîtin
Vîyan Dexîl ji bo hawarçûna 700 malbatên Êzidî yên li Çiyayê Singalê bangewazî kir

PeyamaKurd - Parlementera Kurd a Êzidî û endama firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê Viyan Dexîl ragihand; ji ber pêla berfê ya li Herêma Kurdistanê û rewşa nebaş a hewayê, zêdetirî 700 malbatên Kurdên Êzidî li Kampa Serdeşt a li Çiyayê Şingalê di rewşeke xirab de ne û divê demildest biçin hawara wan.

Viyan Dexîl di daxuyaniya xwe de got: “Ew malbat di dema êrîşa DAIŞê ya sala 2014an de mal û warê xwe hiştin û xaniyên wan di şer û êrîşan de wêran bûn û bê cih û rê mane, bi neçarî li devera Serdeşt a Çiyayê Şingalê bi cih bûne.”

Dexîl diyar kir: “Niha ew hemû bi berfê dorpêç bûne, tevî sermaya kujer û ba û bahoz, ji ber tunebûna pêwîstiyan jî dinalin, bi taybetî nefta spî û pêwîstî û cilûbergên zivistanê û xurek.

Vîyan Dexîl herwiha spasiya hemû rêxistinên xêrxwazî yên navxwe û navdewletî û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir û ji Hikûmeta Federal a Iraqê û îdareya xwecihî ya Neynewa daxwaz kir, berpirsyariya xwe li hember bi sedan malbatên ku jin û zarok û kesên bi temen asê mane bi cih bînin û demildest alîkariyan bigihînin wan.

Viyan Dexîl destnîşan kir, divê aloziya mezin were çareserkirin û aware vegerin deverên xwe, ev jî bi rêya cîbicîkirina profesyonel a rêkeftina Şingalê ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatiye îmzekirin pêk tê daku bikarin bi rêya wê rêkeftinê, dawî li vê êş û janê bînin.