Vucic: Em rêzê li yekparçebûna axa Ukraynayê digirin

22 August 2023 15:30 0 dîtin
Vucic: Em rêzê li yekparçebûna axa Ukraynayê digirin

PeyamaKurd- Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic, di serdana xwe ya fermî ya Yunanîstanê de ku bi serokên welatên Balkanan re civiya, li ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê axivî.

Aleksandar Vucic, piştî vexwendina Serokwezîrê Yunanîstanê Kiryakos Mitsotakis çûbû Yunanîstanê, duh ligel serokên welatên Balkanan li Atînaya paytexta Yunanîstanê civiyabû.

Li gorî hat ragihandin, piştî civînê Vucic ligel Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy hevdîtin kir.

Li gorî hat diyarkirin, Serokomarê Sirbîstanê Vucic piştî hevdîtinê ji medyaya herêmî re axivî û got, "Ez bi awayekî zelal ligel Zelenskiy axivîm. Wî ji min pirsî bê ka li Sirbîstanê mirov çawa difikirin û min jî jê re got ku Sirbîstan rêzê li yekparçebûna axa Ukraynayê digire."

Vucic diyar kir ku di navbera Sirbistan û Yunanîstane de jî tekiliyen dostane hene.