Wê kestiya balafiran ya USS Abraham Lincoln di seha CENTCOMê de wezîfa xwe bike
PeyamaKurd – Berdevkê wezareta berevaniyê yê DYAyê tumgeneral Pat Ryder di civîna çapemeniyê de ragihand ku biryarê dane wê keştiya balafiran ya USS Abraham Lincoln di seha CENTCOMê de wezîfa xwe bike û got:
“Di rojên pêşiya me de, em ê bi armanca parastinê, şiyanên desteka hewayî xwurttir bikin. DYA, bi dazanîna kurt, bicîhkirina hêza xwe dewam dike. Wezaret li gor şert û mercên deverê tevdigere.
Wezîr xwest ku keştiya balafira USS ABRAHAM LINCOLN di seha USCENTCOM de bimîne ARG/MEU li rojhilatê Derya Sipî xebatên xwe bike. Li ser keştiyê F-22, F-15E, F-16 û A-10 hene û hebûna xwe bi balafirên nêçîrê destek dike û di pêşde şiyanên wê dê bên xwurtkirin.”
Pentagon her weha ragihand ku DYA li Rojhilata Navîn dikare ber li êrîşên Îranê bigre.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin