Wê Xaminey pêsnimêjiya cenazeyê Îsmaîl Heniye bike

31 July 2024 18:39 0 dîtin
Wê Xaminey pêsnimêjiya cenazeyê Îsmaîl Heniye bike

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê pêşnimêjiya cenazeyê Serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye ku li Tehranê di êrîşeke moşekî de tevî parêzvanê xwe hate kuştin, ji aliyê Rêberê Olî yî Îranê Ayetullah Elî Xaminey ve bê kirin.

Hate eşkere kirin ku wê sibe li Tehranê merasîma cenazeyê Heniye bê lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Xaminey, wê nimêja cenazeyê ji aliyê Xaminey ve bê edakirin û bi beşdariya girseyî cenaze bibin Qada Azadî ya Tehranê.

Hate diyarkirin ku wê paşê cenaze bo paytexta Qeter Dohayê bê rêkirin û li wi bi axê bê spartin.

Îranê piştî sûîqesta Heniye 3 roj şîna giştî ragihand û soza tolhildanê da ku tola wî li erdê nehêle.

Her çiqas Îsraîl bi wê êrîşê tê tohmetbarkirin jî heta niha Îsraîlê bi fermî berpirsiya wê li xwe negirtiye.