Ji bo postê Îsmaîl Heniye, Xalid Mesal tê nîsandan

01 August 2024 12:57
Ji bo postê Îsmaîl Heniye, Xalid Mesal tê nîsandan

PeyamaKurd - Pistî ku Serokê Baskê Siyasî yê Hemasê Îsmaîl Heniye di encama hêrişeke sûîqestî de li paytexta Îranê Tehranê hate kuştin, lêgerîna kesê postê wî werbigire jî distpê kir.

Di daxuyaniya Hemasê de wiha hat gotin: "Haniye piştî ku beşdarî merasima sondxwarinê ya Serokomarê nû yê Îranê bû, ji aliyê siyonîstên xayîn ên ku li Tehranê avêtin ser mala wî ve hate kuştin." 

Jêderên ji nav Hemasê ragihandin ku Xalid Meşal, ku berê ji hewla kuştina Îsraîlê rizgar bûbû, wê li şûna Haniye bibe Serokê Baskê Siyasî.

Jêderên ji nav Hemasê ji Reutersê re axivîn û diyar kirin ku tê çaverêkirin Meşal wek serokê polîtburoya siyasî bê hilbijartin. Çavkaniyan her wiha gotin ku Tehran û Hamasê li dijî Îsraîlê "sonda tolhildanê" xwarin. 

Berpirsê payebilind ê Himasê Xelîl el-Hayya ku li Qeterê dijî û serkêşiya danûstandinên Hemasê di danûstandinên nerasterast ên agirbesta Gazzeyê de ligel Israîlê jî kir, her weha wekî îhtîmalek ji bo serkirdayetiyê hate axaftin, ji ber ku ew hezkiriyê Îran û hevalbendên wê li herêmê ye.