Xalid Mesal careke din dijminiya Kurdan kir
PeyamaKurd - Serokê berê yê Hemasê Xalid Meşal careke din dijminiya Kurdan kir û got: "Serkeftina Tirkiyê li Efrînê cesaretê dide ummetê."
Xalid Meşal li Stenbolê beşdarî bernameyekê bû û wek her carê dijminiya xwe ya li dijî Kurdan eşkere kir.
Meşal li ser îşxala Tirkan a di Efrînê de got:
"Serkeftina Tirkiyê li Efrînê ji bo ummetê mînak e. Înşellah li gelek deverên din emê serkeftinên wisa bibînin. Ev serfirazî li Tirkan pîroz be. Filîstîn bi we serbilind e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin