Cenazeyê Heniye li Qeterê bi xakê hate spartin
PeyamaKurd – Cenazeyê Serokî Buroya Sîyasî ya Hamasê İsmaîl Heniye ku 31ê Tîrmehê li Tehranê bi sûîqestê hatibû kuştin, îro 2yê Tebaxê roja Înê li paytexta Qeter Dohayê bi merasîmeke girseyî ya beşdariya serok û nûnerên welatan bi xakê hate spartin.
Li mizgefta Îmamn Muhammed bin Ebduwehab a Dohayê merasîm bo cenazeyê Heniye hate lidarxistin. Di merasîma cenazeyê de, Mîrê Qeterê Şêx Temîn bin Hamed Al Thanî û nûnerên welatan beşdarî kirin.

Piştî cenazeyê termê Heniye bi tekbîran li goristana bajarê Luseyl ê 15 kîlometran dikeve bakurê Dohayê bi xakê hate spartin.
Nûnerên welatan piştî merasîmê serxweşî li zarok û neviyên Îsmaîl Heniye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin