Cenazeyê Mîrê Kuweytê bi merasîmekê hate oxirkirin
PeyamaKurd – Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El Ahmed el Cabir es Sabah ku doh 16ê Kanûnê koça dawî kiribû piştî nimêja li Mizgefta Bilal bin Rabah bi merasîmekê hate oxirkirin.
Şêx Newfa piştî welîehdiya 17 salan 29ê Îlona 2020an li şûna birayê xwe Sabah el-Ahmed el-Cabir es-Sabah bibû Mîrê Kuweytê.
Di merasîmê de, rayedarên Kuweytê û malbata Mîr beşdarî kirin. Li welat piştî mirina mîr 40 rojan şîn hatiye ragihand.
Piştî mirina Şêx Newaf birayê wî yê prensê şûngir, Şêx Meşal el-Ahmed el-Cabir es-Sabah bû Mîrê Kuweytê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin