Walîtiya Wanê firotina fîsekên hewayî qedexe kirin
PeyamaKurd – Walîtiya Wanê ragihand ku li navendên parêzgehên Wanê û navçeyên Wanê heta daxuyaniyeke din firotina fîşekên hewayî qedexe ye.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref walîtiyê ve hat dayîn, hat ragihandin ku ji bo ewlekarî, aramî û aramiya gel bê parastin, heta daxuyaniyeke din firotina fîşekan hatiye qedexekirin.
Daxuyaniyê bi vî awa dewam kir:
“Di çarçoveya hikmên zagona jimare 6551 de ku barût û teqemenî, çek û kelûmel û malzemeyên nêçîrê ji bo ji yekdestdariyê bê bidûrxistin, ji bo ewlekarî, aramî û nîzama giştî li navenda parêzgeha Wanê û navçeyan û wargehên girêdayî wê, li hemû cih û cihên taybet, giştî, vekirî û girtî wekî amûrên lîstok û şahiyê heta daxuyaniyeke din, lidarxistina pêşandanên bi van madeyan, firotina madeyên piroteknîk û xwedîkirina wan bi her awayî qedexe ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin