Fransa û Ermenistan li ser firotina sîstema hewayî li hev kirin
PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Fransayê Sebastien Lecornu, bi hemkarê xwe yê Ermenistanê bi Suren Papikyan re hevdîtin kir û ragihand ku ew gihane peymana firotina sîstema hewayê. Wê Fransa hem perwerda leşkerî û di firotina radaran de destekê bide Ermenistanê.
Civîna her dû wezîran li Parîsê çêbû û peyman îmze kirin ku wê Ermenistan 3 radarên tîpa GM200 ji Fransayê bikire. Wezîrê Fransiz ragihand ku di seha bergiriyê de bi Ermenistanê re hevkariya xwe zêde kirine û wê Fransa li Yerîvanê di bin sîwana konsulxanê de beşa ‘ataşa leşkerî’ veke.
Lecornu, got ku wê Fransa di salên 2023-2024an de desteka perwerda leşkerî bide Ermenistanê. Fransa ragihand ku firotina sîstema bergiriya hewayî ya bi navê Mistral ne ji bo êrîşan lê ji bo bergiriyê û parastina sîvîla ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin