Waliyên hin bajarên Bakurê Kurdistanê hatin guhertin

10 June 2020 09:33 0 dîtin
Waliyên hin bajarên Bakurê Kurdistanê hatin guhertin

PeyamaKurd – Li gorî biryareke nû ya Serokomariya Tirkiyê, waliyên 33 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatin guhertin. Biryar di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê.

Li gorî biryarnameya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, waliyên 33 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hat guhertin ku di nava wan bajaran de Amed, Mêrdîn û Agirî jî heye. Waliyê Amed û Mêrdînê di heman demê de wekî qeyûm kar dikirin.

Li gorî biryanameya serokomariyê Tirkiyê, Waliyê Antalyayê Munir Karaloglu bû waliyê nû yê Amedê. Waliyên 17 bajaran bûne sermufetişên mulkiyê û waliyên 16 bajaran jî bo bajarekî din hatine erkdarkirin.

Waliyê Edenê Mahmut Demirtaş bû waliyê Mêrdînê, Waliyê Sêrtê Ali Fuat Atik bû waliyê Denizliyê, Waliyê Dêrsîmê Tuncay Sonel bû waliyê Orduyê, Waliyê Agiriyê Suleyman Elban bû waliyê Edenê û Waliyê Amasyayê Osman Varol bû waliyê Agiriyê.

Her wiha waliyê Erdexan, Îdîr, Mereş û Semsûra bakurê Kurdistanê jî hatin guherîn.