Wan - Edremît | 12 kesên çûbûn sîniyê bi korona ketin

18 May 2020 15:15 0 dîtin
Wan - Edremît | 12 kesên çûbûn sîniyê bi korona ketin

PeyamaKurd – Li navçeya Edremît a bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, 12 kesên beşdarî şîniyekê bûbûn bi vîrusa koronayê ketin.

Parêzagariya Wanê ragihand, li Edremîtê taxa Emînpaşa, di merasîmeke taziyeyê de 12 kes bi korona ketin.

Parêzgariya Wanê da zanîn, pişkinînên kesekî ku ji derve bo beşdariya merasîmê hatibû Wanê, pozîtîf derketiye û piştî lêkolînan, hat dîtin ku 12 kesên beşdarî şînê bûne bi korona ketine ku hê jî testên kesên beşdarî şînê bûne berdewam dikin.

Beriya niha jî li gundê Siyavanê yê Wanê ji ber beşdariya şînekê 103 kes bi vîsrusa korona ketibûn û muxtarê gund ji kar hatibû dûrxistin ku 12 gundên din jî ji ber wê şîniyê hatibûn karantînakirin.