Li Hewlêrê 18 kesên din ji ber heman sîniyê bi vîrusa korona ketin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li Hewlêrê 18 kes ên din bi vîrusa koronayê ketine.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku 18 tûşbûyên vîrusa koronaya nû (COVID-19) li bajarê Hewlêrê hatine tomar kirin.
Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin, ji wan 18 tûşbûyên hatine tomarkirin, 8 zilam, 6 jin û 4 jî zarok in ku hemû jî berkeftiyên şînekê ne li taxa Karêzan û rûniştvanên çend taxên cuda yên Hewlêrê.
Bi vê daxuyaniyê re hejmara kesên ji ber wê şîniya li taxa Karêzan li Hewlêrê tûşî koronayê bûne gihiştiye 32 kesan.
Li gor amarên Wezareta Tenduristiya Kurdistanê, heta niha li Herêma Kurdistanê 232 kes tûşî vîrusa koronayê bûne ku 74 kes baş bûne û 3 kesan jî can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin