Li Hewlêrê 5 kesên din bi vîrusa korona ketin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Hewlêrê 5 tûşbûyên nû yên vîrusa korona hatine tomarkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, di berdewamiya pişkinînan û geriyana li dûv gumanlêkiriyan, 5 tûşbûyên vîrusa koronaya nû (KOVID-19) li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin.
Li gorî daxuyaniyê yek ji wan jineke temen 36 salî ye û yên din jî 3 zaroyên temenên 16, 15 û 11 salî ne û malbata tûşbûyê doh Telar City ye. Kesê din jî zilamekî temen 33 salî ye û rûniştvanê şuqeyên Zaniyarî ye û berkeftiyê tûşbûyê doh e.
Rêvebirê Tenduristiyê yê Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed jî îro ragihandibû ku 2 nexweşên Covid-19 baş bûne û hejmara kesên baş bûn e, gihîştiye 159 kesan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin