Li Hewlêrê du kesên din bi vîrusa korona ketin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Hewlêrê du kesên din bi vîrusa korona ketine ku herdu jî zilam in.
Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê da xuyakirin, "Di berdewamîya pişkinîn û geryana li dûv gumanlêkirîyan, du tûşbûyên nû yên Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li parêzgeha Hewlêrê hatin destnîşankirin. Ku du zilam in, yek temen 46 salî ye û rûniştvanê nahiyeya Kesnezane û yê dî jî temen 32 salî ye û rûniştvanê kempa Dareşekran e li parêzgeha Hewlêrê."
Wezareta Tenduristîyê îro 26ê Nîsanê herwiha tûşbûna kesekê din bi vîrusa koronayê li parêzgeha Duhokê ragihandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin