Li Hewlêrê 6 kesên din bi vîrusa korona ketin

01 April 2020 14:38 0 dîtin
Li Hewlêrê 6 kesên din bi vîrusa korona ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di berdewamiya pişkinîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, di nav 24 demjimêrên dawî de 6 pêketiyên bi vîrusa koronaya nû Covid-19 li Hewlêrê hatin tomar kirin.

Wezaratê da xuyakirin ku ji wan pêketiyan (2 jin û 2 mêr) ji pêketiyên berê yên komelgeha Mela Omer vegirtine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, 2 pêketiyên din jî jin û mêrek in ku yek ji wan ji Brîtanyayê vegeriyabû û piştî bangewaziya Wezareta Tenduristiyê, wî pêwendî kiribû û pişkinîn li ser hatiye kirin.