Hewlêr | Ji ber heman taziyeyan 6 kesên din bi vîrusa korona ketin
PeyamaKurd - Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê piştî ku îro beyaniyê tûşbûna 14 kesên din bi vîrusa koronayê li Hewlêrê ragihand, daxuyaniyeke din belav kir û got, di berdewamiya pişkinîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, îro 8ê Nîsanê li bajarê Hewlêrê 6 kesên din bi vîrusa korona ketine.
Wezaretê da zanîn ku ew peketiyên nû ji yek malbatê ne (dê, bav û 4 zarok in), hemû jî virus ji pêketiyên herdu taziyeyên taxa Karîzanê vegirtine.
Li gorî daxuyaniyên wezaretê, du şînên miriyan li taxa Karêzanê hatibûn danîn, piraniya haletên pêketina bi vîrusa korona li Hewlêrê hatine tomarkirin vîrus ji wan herdu taziyan vegirtine.
Bi vê daxuyaniya dawî re li bajarê Hewlêrê hejmara kesên bi vîrusa korona ketine gihîşt 158 kesan û li sernaserê Herêma Kurdistanê jî hejmara tûşbûyan gihîşt 309 kesan ku ji wan 3 kesan can daye û 119 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin