Bexda bi hawirdekirina hin berheman ziyanê dide aboriya Hewlêrê

28 July 2024 22:07 0 dîtin
Bexda bi hawirdekirina hin berheman ziyanê dide aboriya Hewlêrê

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Wezareta Çandiniyê ya Iraqê destûr daye hawirdekirina hin berhemên çandiniyê û ev yek wê bandoreke neyînî li hilberîna navxwe û cotkarên Herêma Kurdistanê bike.

Cîgirê Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Kerîm Silêman di daxuyaniya xwe ya di derbarê mijarê de da zanîn ku bernameya çandiniyê, bernameyeke ku di navbera Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Çandiniyê ya Iraqê de li serê hatiye lihevkirin û got: "Li gorî peymana ku li serê hatiye lihevkirin, divê qedexekirin an jî destûrdayîna berhemekê bi biryara her du aliyan bê kirin. Lê belê mixabin hinek caran Wezareta Çandiniyê ya Iraqê rê dide hin berhemên ku bandoreke neyînî li hilberîna navxweyî ya Herêma Kurdistanê dike û ziyaneke mezin dide cotkarên Herêma Kurdistanê."

"Aliyê Iraqê hêsankariyê nakin"

Suleyman da zanîn ku ew hewl didin ku hevahengiyeke baş pêk bînin, lê aliyê Iraqê ji bo vê yekê hêsankarî nakin û wiha got: “Me dîsa pirsî ka çima destûr dane 5 berheman. Wan got: 'dema Aşûrayê ye û roja 40ê Îmam Husên e û gelek ziyaretvan hatine Iraqê, lewma destûr dane xiyar, frengî, pîvaz û zebeşan."

Kerîm Silêman wiha dom kir: "Eger bi hemahengî ligel Wezareta Çandiniyê kar bikirana, me dikarîbû ji wan re bigota ku li Herêma Kurdistanê berhemên me yên gelek baştir hene û em dikarin pêdiviyên bazarên jêr û navîn dabîn bikin"