Washington: Em ji desteserkira Îsraîlê ya du hemwelatiyên me agahdar in
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku haya wan ji du hemwelatiyên DYAyê yên li Xezzeyê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine desteserkirin heye
Duh hatibû ragihandin ku hêzên artêşa Îsraîlê di operasyonên Xezzeyê yên li dijî Hemasê de du hemwelatiyên DYAyê yên nîjad ereb Haşim Alaga û Borak Alaga desteser kirine.
Wezareta Derve ya DYAyê dîyar kir ku wan di derbarê desteserkirina du hemwelatiyên xwe de ji hikûmeta Îsraîlê zêdetir agahîyan xwastiye.
Wezaretê ji ber metirsiya malbatên desteserkiriyên ku du bira ne, nasnameyên hemwelatiyên xwe aşkere nekir, lê belê navê herdu kesan di çapemeniya cîhanê de belav bû.
Malbata Haşim Alaga yê 20 salî û Borak Alaga yê 18 salî duh ragihandibû ku her du bira, ku Filistînî û Amerîkî ne, sibeha Pêncşemê li Xan Yûnisa navçeya navendî ya Xezzeyê hatine desteserkirin.
Artêşa Îsraîlê di derbarê vê babetê de heta niha ti daxuyanî nedaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin