WP: Îsraîlê Amerîka agahdar kir ku ji kustina Heniyye berpirsiyar e

08 August 2024 09:31 0 dîtin
WP: Îsraîlê Amerîka agahdar kir ku ji kustina Heniyye berpirsiyar e

PeyamaKurd – Rojnameya Washîngton Post nivîsî ku Îsraîlê Amerîka agahdar kiriye ku ew berpirsê kuştina berpirsê buroya siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye li Tehranê heftiya borî ye.

Washington Post ku yek ji rojnameyên sereke yên Amerîkayê ye, di nûçeya xwe ya li ser sê kesên nêzî Koşka Spî de diyar kir ku her çend Îsraîl derbarê mirina Heniyye de ti daxuyanî nedaye jî, yekser rayedarên Amerîkî agahdar kirine ku ew ji operasyonê berpirsyar in.

Rayedarên Koşka Spî diyar kirin ku ew kuştina Heniyye li pêşiya hewldanên xwe yên berdewam ên ji bo agirbesta li Xezzeyê asteng dibînin û ji ber vê yekê matmayî û xemgîn bûne.