Washington Post: Dibe hinek operasyonên din bên kirin

30 October 2019 02:19 0 dîtin
Washington Post: Dibe hinek operasyonên din bên kirin

PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon ragihand ku dibe piştî kuştina Bexdadî hinek operasyon bo ser mezinên İŞİDê bên kirin. Di vê mijarê de du tişt hene ku dibe çavkanî bo Amerîkayê. Yek jê ew e ku di operasyonê de gelek video û belge ketine destê Amerîkayê. Mijara duyem ew e ku 2 kesên nêzî Bexdadî di operasyonê de bi saxî ketine destê Amerîkayê û dê karibin ji wan agahiyan bistînin.

Rêvebirekî wezareta karên derve yê Amerîkayê digel operasyonên Amerîkayê di herêmê de, ew xebatên dîplomatîk û siyasî yên ku tên meşandin, bi hezir hatine amadekirin û perçeyekî ji stratejiyê ye.

Rojname behsa mîsyona parastina bîrên petrolê dike û ev hinek endamên kongreyê dixe nav endîşeyan bê rêvebirî wê derê derveyê çarçoveya planê ku erêkirine an na. Rêvebiriya Trump li ser mijara İŞİDê gelek radiweste û dixwaze hevkarên dinê bêhtir alîkariyê bidin vê yekê.

Di 14 ê meha pêşiya me de wê civînekî bê lidarxistin ku dê wezîrên karên derve yên koalîsyona navdewletî yên li dijî İŞİDê dê tevlî wê civînê bibin. Armanc ji civînê ew e ku herêma tampon ya Rojava ya ku Tirkiyê û HSD ê ji hev veqetîne, jê re bêhtir pere (fînans) û leşker temîn bike.

Rojname her çendîn dibêje jî, heya niha kes dengê xwe dernexistiye lê tenha wezîra bergiriyê ya Almanya belê kir lê Almanya jî di nav xwe de hêj yekdeng nîne.