Wê Parlamentoya Kurdistanê ji bo dengdana namzedê wezîrtiyê dicive
PeyamaKurd - Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Kurdistanê Umêd Xoşnav ragihand ku Parlementoya Kurdistanê wê ji bo dengdanê li ser namzedê wezîrê samanên sirûştî bike bicive.
Umêd Xoşnaw ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, Parlementoya Kurdistanê wê ji roja 01.01 2021ê heta 01.03. 2021ê di werza betlaneya yasadanînê de be û got, li ser vê têgihiştineke hevbeş di navbera serokayetiya parlemanto û fraksiyonan de heye.
Herwiha Umêd Sebah eşkere kir ku vê hefteyê Parlemantoya Kurdistanê dicive û di demeke nêzîk de ji bo civînan bername tê diyarkirin û wê posta wezîrê samanên siruştî were diyarkirin û kesên xwe kandîd bikin CVyên xwe bişînîn desteya serokatiya parlementoyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin