Wesayîteke zirxî li Amedê pêl zarokekî kir
PeyamaKurd- Li navçeya Rezan a Ameda bakurê Kurdistanê wesayîta zirxî pêl zarokekî 14 salî kir û rewşa zarokî giran e.
Li gorî agahiyên berdest, li Taxa 5ê Nîsanê li ser Kolana Emekê wesayîteke zirxî pêl zarokekî 14 salî kir ku navê zarok nehat hîn zanîn.
Wesayîta polîsan di ser nigê zarokî re derbas bû. Nigê zarokî bi alîkariya kesên li derdorê ji bin wesayîtê hat deranîn. Hat diyarkirin ku rewşa zarokê ku bi wesayîteke taybet rakirine nexweşxaneyê giran e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin