Zarokê ku li Amedê wesayîteke zirxî pêlê kiribû jiyana xwe ji dest da

13 September 2019 12:04 0 dîtin
Zarokê ku li Amedê wesayîteke zirxî pêlê kiribû jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd- Li navçeya Rezan a Ameda bakurê Kurdistanê wesayîta zirxî ya polîsan pêl zarokekî bi navê Efe Tekin kiribû Efe Tektekîn ê ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin, mir.

Li gor nûçeya MAyê wesayitê 11ê Îlonê li zarokî dabû. Zarok li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin.

Efe Tektekîn Îro wê li Goristana Yenîkoyê bo axê were spartin.

Ji aliyê din ve, cihê daxê û mixabîniyê ye ku bapîrê Efe yê 85 salî jî di Hezîrana 2018an de li navçeya Rezan bi wesayîteke zirxî hatibû kuştin.

Li gorî raporteke  Komeleya Mafên Mirovan (IHD) di 10 salên dawiyê de 63 caran wesayîtên zirxî li welatiyan daye û di encamê de 36 kesan jiyana xwe winda kiriye. 16 ji kesên bi wesayitên zirxî hatine kuştin zarok bûne, 6 jî jin bûne.