Li Amedê wesayîteke zirxî qulibî: 2 polîs mirin 4 jî birîndar bûn

24 August 2019 16:25 0 dîtin
Li Amedê wesayîteke zirxî qulibî: 2 polîs mirin 4 jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navçeya Dîcleyê ya Ameda bakurê Kurdistanê wesayîteke zirxî ya tîmên taybet qulibî û di encamê de 2 polîs mirin û 4 polîs jî birîndar bûn.

Qeza îro şemiyê dane sibehê li navçeya Amedê ya Dîcleyê pêk hat. Wesayîteke zirxî ya polîsan qulibî û di encama wê qezayê de 6 polîsên tîma taybet a Tirkiyê birîndar bûn.

Birîndar piştî mudaxeleye ewil a pizîşkî bo Nexweşxaneya Zanîgeha Dîcleyê hatin veguhestin.

Piştî demekê ji 6 polîsên birîndar 2 polîsan li nexweşxaneyê  jiyana xwe ji dest dan.