Wesayîteke polîsan li Amedê pêl ciwanek kir û ew kust

28 December 2019 10:49 0 dîtin
Wesayîteke polîsan li Amedê pêl ciwanek kir û ew kust

PeyamaKurd - Wesayîta Polîsên Çevîk şevê din li Amedê pêl endezyarê avahîsaziyê yê 33 salî Cîhan Can kir. Can di wê bûyerê de jiyana xwe ji dest da. 

Polîsên Hêzên Çevîk ku ji 20ê mijdara 2018an de li pêş avahiya HDPê ya Amedê barîkat danîne û dorpêç kirine, ciwanê 33 salî yê endezyarê avahîsaziyê Cihan Can qetil kirin.

Cîhan Can

Wesayîta polîsan şevê din li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê li Can qeliband û pelçiqand. Di bûyerê de Can jiyana xwe ji dest da. Di dîmenên kamera de jî hat dîtin ku dema Can, di ser kolanê re derbas dibe, wesayîta polîsan li Can diqelibîne û di bin tekerê xwe de dilepçiqîne.

Tevî ku ajokar ferq dike ku Can li pêş wesayîtê ye jî bêyî ku raweste li Can diqelibîne û derbas dibe. Piştî welatiyên der dorê ajokar hişyar dikin radiweste. Piştî bûyerê Can radikin nexweşxaneyek taybet a Amedê. Can ku li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide, ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî. Dema Can rakirin nexweşxaneyê vê carê polîsan Nexweşxaneya Dewletê dorpêç kir. Dema malbata Can û parlamenterên HDP'ê bûyer bihîst hatin nexweşxaneyê.