Li Amedê wesayîteke zirxî pê li zilamekî 68 kir û ew kust
PeyamaKurd- Li navçeya Çinara Amedê wesayîta bankeyekê pê li Mistafa Erdoganê 68 salî kir û Erdogan jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Çinarê wesayîta zirxî ya bankeyekê pê li Mistafa Erdoganê 68 salî kir. Gava Erdogan ji xaçerêya Mizgefta Dortoylê derbasî hêla din dibû wesayît pê li wî kir û bi giranî birîndar bû.
Erdogan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê, lê belê tevî hemû mudaxileyên pêwîst ên tenuristiyê jî jiyana xwe ji dest da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin