Wexta mekanîzma alîkariya Sûriyê 6 meh dirêj kirin

12 July 2022 21:38 0 dîtin
Wexta mekanîzma alîkariya Sûriyê 6 meh dirêj kirin

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî Konseya Daîmî li ser alîkariyên ku di ser Tirkiyê de diçûn Sûriyê lihev kir û wexta mekanîzma alîkariya Sûriyê 6 meh dirêj kirin. Di civîna berê de ji endamên daîmî yên konseyê Rûsya dirêjkirina wexta mekanîzma alîkariyê red kiribû.

Li navenda NY ku li New Yorkê ye, civînekî çêbû û di civînê de 12 endam di lehê de deng dan lê ji endamên daîmî yên konseyê Amerîka, Îngîltere û Fransa rengê dengên xwe diyar nekirin.

Alîkariya ku tê kirin mehane li dora 800 TIR in û ev alîkarî digihê 4.1 mîlyon kesên li Sûriyê. Di nav alîkariyan de derman jî hene. Piraniya alîkariyan di ser deriyê navbera Tirkiyê û Sûriyê di deriyê Cilvegözü de derbas bibin.

5 endamên daîmî yên konseyê Rûsya, Çîn, Amerîka, Fransa û Îngîltere eger biryarê veto nekin, herî kêm bi 9 dengên endaman biryar qebûl dibe.