Wezareta Derve ya Amerîkayê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

30 May 2019 09:49 0 dîtin
Wezareta Derve ya Amerîkayê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

PeyamaKurd - Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Andrew Peek di peywendiyeke telefonî de Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir û di posta wî nû de jê re serkeftin xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji ber vê peywendiya telefonî û pîrzbahiyê spasiya Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir. Di vê peywendiya telefonî de herdu aliyan tekezî li ser berdewamî û pêşxistina peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kirin.

Parlamentoya Kurdistanê  28ê Gulana 2019an , bi piraniya dengên parlamenteran namzedê PDKê Nêçîrvan Barzanî wek duyem Serokê Herêma Kurdistanê hilbijartibû.