Nêçîrvan Barzanî bi Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re axivî
PeyamaKurd – Berpirseke pilebilind a Amerîkayê di pêwendiyeke bi Nêçîrvan Barzanî re da zanîn, Amerîka li ser piştevanîkirina Herêma Kurdistanê di nav Iraqeke demokratîk û yekgirtî de berdewam dibe.
Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji bo karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara A. Leaf bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî û tekezî li ser piştgiriya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê kir.
Barbara A. Leaf di pêwendiya telefonî de da zanîn, Amerîka di çarçoveya "Iraqeka pêşketî, demokratîk û yekgirtî" de piştevaniya Herêma Kurdistanê dike.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî û Barbara A. Leaf di wê pêwendiya telefonî de pêşhatên herî dawîn ên rewşa siyasî ya Iraqê jî gotûbêj kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin