Wezareta karên navxweyî ragihand: “Bi fuzeyan li Hewlêrê xistin”
PeyamaKurd – Ji wezareta karên navxweyî ya Herêma Kurdistanê ji beşa hêzên antî terorê di derbarê êrîşên fuzeyî bo ser payîtext Hewlêrê ragihandinekî hat kirin. Di ragihandinê de weha hat gotin:
“Di 15 ê sibata 2021 an de, siet li dora 21:30 an de çend fuze avêtine navenda Hewlêrê. Di êrîşa fuzeyî de çend hemwelatî birîndar bûne. Hêzên asayîşê li ser mijarê dest bi lêkolînan kirine.
Divê hemwelatiyên me yên li Hewlêrê ji malên xwe dernekevin û ji deverên ku êrîş hatine ser wan, xwe ji wan deveran dûr bixin. Dê li ser mijarê paşî ragihandin bê kirin.”
Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê jî li ser bûyerê ragihand ku di bûyerê de 3 kesên birîndar bûne, niha tên dermankirin lê birîna yekî ji wan xedar e.
Li gor ragihandina hêzên antî terorê; 2 fuze li nêzî balafirxaneya Hewlêrê ketine û 2 fuze ji balafirgehê derbas bûne û ketine nav araziyên vala. Di beyanê de hat gotin ku 2 fuze li nêzî Naz Naz City li bazara heywanan ketine û 2 kes birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin