Wezareta Tendirustiyê: Di nava 24 saetan de tu kes bi Covid-19ê neketiye

13 March 2020 12:14 0 dîtin
Wezareta Tendirustiyê: Di nava 24 saetan de tu kes bi Covid-19ê neketiye

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê, derbarê korona û kesên hatine karantînakirin de daneyên dawîn  belav kirin. Di wê daxuyaniyê de Wezareta Tendirustiyê eşkere kir ku di nava 24 saetên dawî de tu kes bi virûsa nexweşiya Koronayê neketiye.

Daxuyaniya wezaretê wiha ye:


Derbarê nexweşîya vîrusa korona ya nû COVID-19 li Herêma Kurdistanê, tîmên tenduristîya berdewam in li gerîyan û pişiknîna gumanlêkirîyên helgirên vê vîrosê  û bi vê yekî jî:

Hejmara hemwelatîyên ku di karentînan de bûn 3186 hemwelatî bûn li 29 cihên cuda ku di niha de tenê 893 hemwelatî di karentîneyê de mane û 2293 hemwelatî derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî temambûna dema dû heftîyan.

‘Li Kurdistanê 19 halet hatine tomarkirin û kesek miriye’


Di dema 24 demjimêrên bûrî de, pişkinîn bo 98 gumanlêkirîyan hat encamdan û tevahiya derencaman nerênî bûn.

Hejmara tevahiya hilgirên vîrusa Korona nû COVID- 19 li Herêma Kurdistanê 19 halet in, di nav vê hejmareyê 1 haletê mirinê heye û yek nexweş bi temamî çêvebûye û tevaya wan li jêr çavdêrîya pizîşkîne û rewşa tenduristîya wan cêgîre.

Carek din tekez dikin ku hevwelatî  pabendê rênimayên tenduristî bin, bi taybetî neçin cihê qelebalix û berkevtin nebe li gel kesên din û şuştina destan tim bi tendurist herweha peywendîkirin bi hêla germa 122 di dema pêwîst de.