Wezareta Tendirustiyê: Li Hewlêrê testa kesekî ya Covid-19ê pozîtîv derket

07 March 2020 12:09 0 dîtin
Wezareta Tendirustiyê: Li Hewlêrê testa kesekî ya Covid-19ê pozîtîv derket

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku testa Koronayê bo 27 kesan hatiye kirin û di encamê de testa jinekê pozîtiv derketiye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, ew jina ku bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketiye, temenê wê 33 sal e û ji Hewlêrê ye.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de dibêje, “Em daxwaz ji hemû aliyan dikin ku pabendî biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe û rêkar û rênimayiyên Wezareta Tendirustiyê yên ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê bin û ji bo dîtina kesên gumanbar alîkariya tîmên tendirustiyê bikin.”

Ev yekem haleta tûşbûna bi Koronayê ye ku li Hewlêrê tê tomarkirin û bi vî rengî hejmara tûşbûyên vîrusa Koronayê gihişt 9 kesan ku yek ji wan berî niha canê xwe ji dest dabû.

Herwiha li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, hejmara kesên hatine kerentînekirin 2804 kes in û li 30 cihên ciyawaz de hatine karentînekirin û 982 kes ji wan vegeriyane nav kesûkarên xwe.

Wezareta Tendirustiyê hemwelatiyan piştrast dike ku ew dê berdewam bin li ser karê pêwîst bo rêkarên xweparastinê û dîtina gumanbaran.