Wezareta Tendirustiyê: Li Hewlêrê ti kes bi Covid-19ê neketiye

06 March 2020 13:29 0 dîtin
Wezareta Tendirustiyê: Li Hewlêrê ti kes bi Covid-19ê neketiye

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ragihand ku heta niha li Hewlêrê ti kes bi Covid-19ê neketiye û tekez kir ku ew vîdeoyên derbarê vê mijarê de belav bûne bêbingeh in û ji rastiyê dûr in.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê derbarê îdeayên tomarkirina haleteke vîrusa Koronayê (Covid-19) li Hewlêrê, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya hatiye belavkirin de hatiye gotin:

“Li ser çend hesabên tora medya civakî vîdyoyeke bêbingeh belav bûye ku qaşo li bajarê Hewlêrê Covid-19 ketiy canê kesekî û di vîdyoyê de navê wî tê gotin.”

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de te!ez dike, “Em li vê derê ji bo raya giştî aşkere dikin ku ew vîdeo bê bingeh û dûr e ji rastiyê û û her çawa hatiye dûpatkirin, her haletek hebe em dê bi fermî ragihînin.”