Wezareta Tenduristiya Ukrayna: 3 ji wan zarok, 193 hemwelatiyên sivîl hatin kustin

26 February 2022 14:59 0 dîtin
Wezareta Tenduristiya Ukrayna: 3 ji wan zarok, 193 hemwelatiyên sivîl hatin kustin

PeyamaKurd Wezareta Tenduristiya Ukrayna amarên dawî belav kir û diyar kir, kuştinên sivîlan li Ukraynayê pir zêde bûye.

Wezareta Tenduristiya Ukraynayê destnîşan kir: “Di sê rojên borî yên êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê de, 193 hemwelatiyên sivîl hatine kuştin û nav wan de 3 jî zarok in.”

Rêxistina Mafên Mirova ya Netewên Yekbûyî jî eşkere kir: “Ji ber wan aloziyên li Ukrayna hene, heta niha herî kêm 25 kesên sivîl hatine kuştin û 102 kesên din jî birîndar bûne.”

Netewên Yekbûyî diyar kir, amarên berdest ên destpêkê ne û bendewarî heye hejmara qurbanan gelek zêde bibin.