Wezareta Tenduristiyê: 1007 pêketinên nû û 3 wefat hatin tomarkirin

09 July 2021 18:50
Wezareta Tenduristiyê: 1007 pêketinên nû û 3 wefat hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1007 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kes jî pê mirine.

Di daxuyaniya îro Înê ya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkere kirin; di 24 demjimêrên borî de 1007 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 272 kes li Hewlêrê, 223 kes li Silêmaniyê, 480 kes li Duhokê, 29 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand, di nav 24 demjimêran de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan; 1 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 798 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 94 kes li Hewlêrê, 222 kes li Silêmaniyê, 453 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 26 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ye.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 193270 kesan, ya mirinan bû 4528 kes û heta niha 179461 nexweş jî baş bûne.