Wezîrê berê yê Nîjeryayê di yek qelemekî de 24 milyon dolar pere xwariye

09 April 2024 23:46 0 dîtin
Wezîrê berê yê Nîjeryayê di yek qelemekî de 24 milyon dolar pere xwariye

PeyamaKurd – Wezîrê berê yê ji karên mirovî û kêmkirina xizaniyê berpirs yê Nîjeryayê Betta Edu, li ser mijara gendeliyê di derbarê wî de lêpirsîn dewam dike. Di dewama lêkolînê de, di hesabên wî yên di hesabên 50 bankayên cuda de 24 mîlyon dolar pere hat tesbîtkirin.

Serokê Komîsyona Sûcên Aborî û Darayî (EFCC) Ola Olukoyede ragihand ku 6 hefteye di derbarê wezîrê berê Edu de lêpirsîn dewam dike û weke perçeyekî ji lêpirsînê 24 milyon dolar (30 milyar Naira) tesbît kirine û xistine dest.

Olukoyede got ku perê navborî di 50 bankayan de hatiye tesbîtkirin. Olukeyede got ku lêpirsîn dewam dike her tişta tesbît dikin, li serê lêkolîn dikin.

Edu, di tebaxa sala 2023an de dest bi wezîfê kiribû, perê bi miqdarê 585 milyon Naira (661.000 dolar) ku diviya li grûbên bêçare û bêparastin bihata belavkirin, ferman daye ku bixin hesabê wî yê taybet.