Wezîra Bergiriya Almanya serdana Hewlêrê dike
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku dê Wezîra Berevaniya Almanya Annegret Kramp Karrenbauer îro piştî serdana Bexdayê derbasî Hewlêrê bibe.
Wezîrê Berevaniya Almanya Annegret Kramp Karrenbauer îro li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û wezîrê berevaniyê Necah Şemer re hevdîtin pêk anîn.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de behsa çawaniya nûjenkirina deverên ku di şerê DAIŞê de wêran bûne, hatiye kirin.
Wezîra Almanî û wezîrê berevaniya Iraqê piştî hevdîtinê civîneke rojnamevaniyê li dar xistin.
Wezîra Berevaniya Almanyayê di civînê de got, DAIŞ li Iraqê xilas nebûye ji ber wê jî ewê li ser alîkarîkirina hêzên Iraqî berdewam bin.
Li gorî zanyariyên medya Kurdistanê, dê Wezîra Berevaniya Almanya piştî Bexdayê serdana Hewlêrê jî bike û bi rayedarên hikûmet û Wezareta Pêşmerge re hevdîtinan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin