Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Hewlêr û Bexdayê dike
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, bi serdaneke fermî sibe 16ê Tîrmehê digihe Bexdayê û piştre jî serdana Hewlêrê dike û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re dicive.
Wezareta Derve ya Fransayê ragihand, sibe Pêncşemê Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian serdana Iraqê dike û ji aliyê Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ve tê pêşwazîkirin û piştre civîneke hevbeş a rojnamevanî li dar dixin.
Hat diyarkirin ku piştî Bexdayê, Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Hewlêrê dike û bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re dicive.
Par jî Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re civiyabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin