Wezîrê Derve yê Qeterê li Hewlêrê hat pêswazîkirin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî piştî serdana xwe ya Bexdayê ku ji aliyê Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ve hate pêşwazîkirin, gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.

Cîgirê Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî, îro 24ê Adarê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê berpirsên Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.
Biryare Wezîrê Qeterê Al Sanî ligel Serok Barzanî, Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re bicive.
Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî, meha Çileya 2020an jî serdana Hewlêrê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin