Wezîrê Perwerdê: Ji destbikarbûna kabîneya nehem ve herî kêm 50 dibistan hatine çêkirin

27 September 2021 13:06 0 dîtin
Wezîrê Perwerdê: Ji destbikarbûna kabîneya nehem ve herî kêm 50 dibistan hatine çêkirin

PeyamaKurd – Wezîrê Perwerdeya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir, ji destpêka kabîneya nehem a hikûmetê de, heta niha herî kêm 50 dibistan hatine çêkirin.

Li nahiya Daretû ya Hewlêrê, îro dibistaneka 18 polîs a keçan hat vekirin.

Di merasîma vekirina wê dibistanê de, Wezîrê Perwerdê Alan Heme Seîd jî amade bû û ji rojnamevanan re da zanîn, ji roja ku kabîneya nehem a hikûmetê dest bi kar bûye, herî kêm 50 dibistan hatine çêkirin û hinek jî çêkirina wan berdewam e.

Wezîrê Perwerdê qala derzîkirina mamosteyan jî kir û destnîşan kir, em hemû hewlên xwe didin, da ku mamoste bên derzîkirin û proseya xwendin û perwerdê bi silametî bimeşe.